Dormund bi rik helwesta xwe şanî dide!

Ji Faşîzmê û şer re carek din, na!

Di 5ê Îlona 2009an de li dij meşa ku Nazîst li Dortmundê pêk tinîn, ji aliyê Antifaşîstan li tevahiyê Almanyayê meşek tê lidarxistin. Bi minasebeta roja aştiya cihanê cara 5emîn e, li Dortmundê Fşîst dimeşin. Faşîstan banga nefîraniyê(seferberiyê) li hemû Ewropayê kirine ku di 5ê Îlona 2009an de, li metropolên Herêma Ruhrê, bi nave “Roja Aştiya Neteweperestan” meşeke mezin li dar bixin. Ev meş, li tevahiya Almanyayê bûye çalekiyeke girîntirîn a “Neteweperestên Otonom”.

Di salên dawî de êrişên li ser biyaniyan, ciwanên çepgir, pirtûkxane û navendên hevdîtînê yên çepgiran û êrişên li ser malên antîfşîstan, di rêjeyeke bilind de zêde bûne. Nemaze, di meşa 1ê Gulanê ku ji aliyê Yekîtiya Sendikayên Almanyayê (DGB)ê ve hatibû lidarxistin, rastî êrîşa komeke ji nêzî 400 Neonaziyan pêkhatî, hatin. Di vê êrişa Faşîstan de zêdetirîn sendîkavanên Kurd û Tirkan mexdûr bûn. Ev bûyer jî şanî dide ku li Dortmûndê faşîst çiqas bi hêz bûne. Kîn û buxza Faşîstan him li dijî 1ê Gulanê roja piştgiriya karkêran ya navneteweyî, him jî li dijî 1ê Îlonê roja aştiya cihanê, kûr û bêdawî ye.

Nazî dibêjin, Dortmund bajarê me ye! Em jî dibêjin, Ti carê nabe!

Bi salan e, polês û siyasetmedar dibêjin; Nazî bêzerar in û vê helwesta wan piştgiriyeke mezin daye pêşketina Nayızan. Ji sala 2000î û vir ve Neonaziyan 4 cînayet pêk anîne. Ji vana 3 karmendên polês ji aliyê Michael Berger ve hatine gulebarandin û kuştin. Dîsa pankê ku bi navê Thomas Schulz ji aliyê Neonaziyeke civan ve hatiye kêr kirin û kuştin. Lê li igel van hemû tiştan polês dîsa rêça xwe şopandiye û ji layena xwe re dilsoz maye. Derfet dane meşên Naziyan û li pêşiya meşên ku ji aliyê Antîfaşîstan ve hatine lidarxistinö astengî derxistine.

Çawa êrişa di 1ê Gulanê de ji aliyê naziyan ve wek provokasyon pêk hat, diyar e ku meşa 5ê Îlonê jî, wisa wek provokasyon dê pêk bê. Roja Aştiya Cihanê, roja bîranîna destpêkirina şerê talan û tunekirinê yê ku di 1ê Îlona sala 1939an de Nazîstên Faşîst êriş birin ser Polonyayê, di encamê de bûn semedê kuştina 50 mîlyon mirovî. Di van demên dawî de, Nazî jî derdikevin kolanên Dortmundê û bi dûrişmeya „Ji şer re, na!“ meşan li dar dixin. Lê ev yek jî lê zêde dikirin: „helbete piştî serkeftina me!“ ango „piştî serkeftina sosyalîzma neteweyî ya me.“

Ji xwe diyar e ku kevneşopiya NSDAP(Partiya Karkerên Sosyalît ên Netewepêrestên Almanya) û ya Neonaziyên Alman wek hev e. Neonazî şerê ku 17 milyon term(ceneze) li pey xwe hiştiye, tunekirina Yekîtiya Sowyeta wê demê û tevkujiya cihuyan jı xwe re armanc girtiye, diparêzin. Ew hêza leşkerî û vahşeta SSan înkar dikin. Li ser pankartên xwe; „Bapîrê me gernasek bû.“ dinivîsînin.

Bi demogojiya civakî û antikapîtalîst, nemaze di demên qeryanên(Kirîzên) aborî de, di rewşên ku mirov bêkar, bêperspektîv, bêhêvî dimînin û tirsa dahatuyê dikeve hinavê mirov, ew wek „Ferîşteyên Aştiyê“ derdikevin pêş û puanan berhev dikin. Eger rewşa pêwendiyên kapîtalîzmê, faşîzmê û şer werin diyar kirin, wê demê rewşa wan çêtir zelal dibe û tê fêmkirin. Divê em pêşî li yên ku dîrokê berevajî dikin, bigrin.

Tişta me Antîfaşîstên ku ji meylên siyasiyên curbecur, ji ramanên curbecur û di salên curbecur de tîne cem hev, sonda Buchenwaldê ye: „Ji kokê ve rakirin û paqişkirina Naziyan, dûrişma me ye. Armanca me avakirina cihaneke nû, aştî û azadî ye!“ Hestkirina vê yekê, berpirsariya me ya siyasî ye. Em, polîtikayên şerên êrişkar ên Almanyayê, yên Dewletên Yekgirtiyên Amêrîkayê û yên NATOyê, her wiha dijminiya Îslamê ya nijadperestiyê, antisemîtîzma ku çalekiyên Neonazîzmê di xwe de dihewîne û nijadperestiya dewletê şermezar dikin û li dij wan têdikoşin. Em ji bo meşa Platforma bi navê „Dortmund bi rik li ber xwe dide“ ya ku di 5ê îlona 2009an de, li Dortmundê tê lidarxistin, bangî hemû kesên li dijî şer û antifaşîtan in dikin.

Roja Aştiya Cihanê, ya me ye! Eger nazî bimeşin, lidijrawestîn berpirsiyarî ye! Divê em meşa rastgiran a 5ê Îlonê asteng bikin!

Divê Di 5ê Îlonê 2009an, saet di 10:00an de em li HBFa Dortmundê bin!

Ji bo lîsteya organîzator û piştgiran û agahdariyên berfirehtir, serî li navnîşanên jêrin bidin:

Dortmund-quergestellt@gmx.de Dortmundquergestellt.wordpress.com